خانه / پێشنیاری ده‌سته‌ی نووسه‌ران / Romana ‘۹۹ morîkên belavbûyî’ ya Helîm Yûsif bi farsî hat çapkirin

Romana ‘۹۹ morîkên belavbûyî’ ya Helîm Yûsif bi farsî hat çapkirin

 

Romana “99 Morîkên Belavbûyî” ya Helîm Yûsif bi farsî hat çapkirin

Pênaseya pirtûkê: Romana “99 Morîkên Belavbûyî”, Helîm Yûsif, Wergêr Sayîme Xakpûr. Weşana Afraz, Tehran 2020

Sayîme Xakpûr

Romana “99 Morîkên Belavbûyî” yek ji romanên nivîserê kurd ê navdar, Helîm Yûsif e ku qala çîroka jiyana xortekî bi navê Azad dike.

Azadê ku li kolaneke Almanyayê ji hêla nijadperestekî almanî ve tê kuştin, qehremanê romanê yê sereke ye û wek penaber li wî welatî dijî. Tizbiya di destê wî de diyariya keçeke bi navê Bêrîvan e ku berî xatirxwestina Azad ji welêt weke diyarî daye wî.

Azadê wergêr ji bo penaberên sûrî ku ji welatê xwe koç dikin wergerê dike. Piştî ku îxaneta hevalê xwe û Bêrîvana ku hemû jiyana wî dagir kiribû dibîne û her wiha ji ber nebûna derfeta jiyanê li Sûriyeyê û rewşa wir, biryar dide ku ji welatê xwe derkeve.

Tizbiya ku weke diyariya evînî ji Bêrîvanê distîne heya dawiya jiyana xwe di destê xwe yê çepê de hildigire. Serpêhatiya Azad û qedera wî di wan morîkan de veşartî ye û her libeke tizbiyê bi tena serê xwe, beşeke jiyana wî vedibêje ku piştî kuştina wî ta’yê ku morîk bi hev re girêdabûn ji destê wî derdikeve û her libeke tizbiyê bi aliyekê ve diçe û belawela dibin.

Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku romana “99 Morîkên Belavbûyî” rewşa dijwar a jiyana penaberên ku ji welatê xwe koç dikin radixe ber çavan. Weke mînak penaberek ji derûnnasê re wiha dibêje û Azad jî werdigerîne: “Ev çi hal e; ez di vê kampa kambax de kal bûm. Li vî welatî ji bo ku kaxezekê bi dest bixînim û bikarim rihet bijîm, porê serê min spî bû. Ji min re bibêje ka em hatine van welatan û li dû çi digerin?”

Romana “99 Morîkên Belavbûyî” çîroka jiyana mirovên ku wek libên tizbiyê li hev kom bûne û tizbiyekê pêk tînin, vedibêje. Azad, vebêjerê çîrokan jî mîna tayekî hemû ragirtine. Çîrokên romanê yên cida cida mirov ber bi cîhanekê ve dibin ku zêde dûrî me nîne; di gerînok an kadizeke din de najîn, cihekî nas û li van derdoran ku em jî ji wan in; Rojhilata Navîn … !

Helîm Yûsif

Helîm Yûsif_ Di sala 1967an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000’î ve li Almanyayê dijî. Bi dehan gotarên wî yên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşiyane. Heta niha berhemên wî bi kurdî, erebî, tirkî, almanî, îngilîzî û farsî çap bûne. Ji nivîsên wî bi navê ” Komara Dînan”, ” Bidarvekirina Pozekî”, ” Sol û serî” û ” Mezintirîn Rawestgeha Tirênan ya Cîhanê” lîstikên şanoyan hatine çêkirin. Heta niha 6 roman û ۵ jî berhemên çîrokên wî çap bûne.

درباره‌ی ماڵی کتێبی کوردی

همچنین ببینید

کۆڕوو «لەیەکەوەدایو سەروو ئەدەبیاتی هامچەرخی هەورامی» زانکۆ کورساننە لوا ڕاوە

دیدگاهتان را بنویسید

نشانی ایمیل شما منتشر نخواهد شد. بخش‌های موردنیاز علامت‌گذاری شده‌اند *