Romana “99 Morîkên Belavbûyî” ya Helîm Yûsif bi farsî hat çapkirin
Pênaseya pirtûkê: Romana “99 Morîkên Belavbûyî”, Helîm Yûsif, Wergêr Sayîme Xakpûr. Weşana Afraz, Tehran 2020
Sayîme Xakpûr
Romana “99 Morîkên Belavbûyî” yek ji romanên nivîserê kurd ê navdar, Helîm Yûsif e ku qala çîroka jiyana xortekî bi navê Azad dike.
Azadê ku li kolaneke Almanyayê ji hêla nijadperestekî almanî ve tê kuştin, qehremanê romanê yê sereke ye û wek penaber li wî welatî dijî. Tizbiya di destê wî de diyariya keçeke bi navê Bêrîvan e ku berî xatirxwestina Azad ji welêt weke diyarî daye wî.
Azadê wergêr ji bo penaberên sûrî ku ji welatê xwe koç dikin wergerê dike. Piştî ku îxaneta hevalê xwe û Bêrîvana ku hemû jiyana wî dagir kiribû dibîne û her wiha ji ber nebûna derfeta jiyanê li Sûriyeyê û rewşa wir, biryar dide ku ji welatê xwe derkeve.
Tizbiya ku weke diyariya evînî ji Bêrîvanê distîne heya dawiya jiyana xwe di destê xwe yê çepê de hildigire. Serpêhatiya Azad û qedera wî di wan morîkan de veşartî ye û her libeke tizbiyê bi tena serê xwe, beşeke jiyana wî vedibêje ku piştî kuştina wî ta’yê ku morîk bi hev re girêdabûn ji destê wî derdikeve û her libeke tizbiyê bi aliyekê ve diçe û belawela dibin.
Bi gotineke din em dikarin bibêjin ku romana “99 Morîkên Belavbûyî” rewşa dijwar a jiyana penaberên ku ji welatê xwe koç dikin radixe ber çavan. Weke mînak penaberek ji derûnnasê re wiha dibêje û Azad jî werdigerîne: “Ev çi hal e; ez di vê kampa kambax de kal bûm. Li vî welatî ji bo ku kaxezekê bi dest bixînim û bikarim rihet bijîm, porê serê min spî bû. Ji min re bibêje ka em hatine van welatan û li dû çi digerin?”
Romana “99 Morîkên Belavbûyî” çîroka jiyana mirovên ku wek libên tizbiyê li hev kom bûne û tizbiyekê pêk tînin, vedibêje. Azad, vebêjerê çîrokan jî mîna tayekî hemû ragirtine. Çîrokên romanê yên cida cida mirov ber bi cîhanekê ve dibin ku zêde dûrî me nîne; di gerînok an kadizeke din de najîn, cihekî nas û li van derdoran ku em jî ji wan in; Rojhilata Navîn … !
Helîm Yûsif
Helîm Yûsif_ Di sala 1967an de li Amûdê, rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000’î ve li Almanyayê dijî. Bi dehan gotarên wî yên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de weşiyane. Heta niha berhemên wî bi kurdî, erebî, tirkî, almanî, îngilîzî û farsî çap bûne. Ji nivîsên wî bi navê ” Komara Dînan”, ” Bidarvekirina Pozekî”, ” Sol û serî” û ” Mezintirîn Rawestgeha Tirênan ya Cîhanê” lîstikên şanoyan hatine çêkirin. Heta niha 6 roman û ۵ jî berhemên çîrokên wî çap bûne.