خانه / تازه‌ چاپکراوه‌کان / pirtûka “Kêşana Karên Kurdî” hat weşandin

pirtûka “Kêşana Karên Kurdî” hat weşandin

pirtûka “Kêşana Karên Kurdî” hat weşandin

  Dr. Mikail Bülbül & Dr. Mustafa Öztürk

Mela Mehmûdê Bazîdîyî berhema xwe ya “Kêşana Karên Kurdî” di sala 1886an da ji bo hînkirina kêşana karên kurdîya kurmancî nivîsîye. Navê berhemê ne ji alîyê Bazîdîyî ve lê ji alîyê A. Jabayî ve û bi frensizî wekî “Conjugaison des Verbes Kurdes” hatîye danîn ku kurdîya wê dibe “Kêşana Karên Kurdî”. Ev berhema Bazîdîyî jî wekî berhemên din gelekî giring e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Di vê berhema tematîk da ji bilî morfolojîya karên kurdî, li ser sentaksa kurdî jî agahîyan giring hene.

Me di vê xebatê da, hem latînîzekirin û sadekirin û hem jî nirxandina berhema Bazîdîyî kirîye. Herweha me kopîya orîjînal ya berhemê jî di beşa dawî da daye. Yanî di vê pirtûkê da çar beş hene ku beşa yekem nirxandina berhemê, beşa duyem metina berhemê ya sadekirî, beşa sêyem metina berhemê ya latînîzekirî û beşa çarem jî kopîya orjînal ya berhemê ye. Me metina resen, li gor kurmancîya îro sade kirîye ku zimanê wê sivik bibe û hêsantir bihê famkirin. Bi vî awayî her kes dikare bi hêsanî sûdeyê jê wergire. Sadekirin ji alîyê rastnivîsê ve, li gor rêz û rêçikên Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê ve hatîye kirin. Metina latînîzekirî transkrîpsîyona metina resen e û bi herfên transkrîpsîyonê yên taybet hatîye kirin. Di beşa dawî da jî me metina resen ya bi herfên erebî daye ku mirov bikarin xwe bigihîjinê û xebatên cuda li ser wê bikin. Herweha bi vî awayî, berawirdkirina metina resen, latînîzekirî û sadekirî minkun dibe û bi vî awayî mirov dikarin şaşî û kêmasîyên me jî tesbît bikin. Lewra destnivîsên Bazîdî ji alîyê xwendinê ve hinekî zehmet in û mimkun e ku me jî şaşî kiribin.

Em ji bo Reşo Zîlanî spasdar in ku metina resen û ya latînîzekirî xwend û pêşnîyazên xwe bi me ra par ve kirin. Şehab Welî wergerandina hin têbînî û îzahên bi fransizî kirin û em spasîya wî jî dikin. Herweha Sabîr Abdulahîzad jî kontrola peyv û beşên farisî kirin û em malavîya dikin. Dîsa em spasdarê Malmîsanij û in ku di xwendina hin peyvan da alîkarîya me kir. 

Em kêfxweş in ku berhemeka weha giring pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî dikin û em hêvî dikin ku dê bigihîje ber destên gelek kesan û sûdê jê wergirin.

Mikail Bülbül – Mustafa Öztürk

Dîyarbekir – Mêrdîn, 2020

Dr. Mikail Bülbül ● Di sala 1978an da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Mastera wî li Zanîngeha Mardin Artukluyê, li ser edebîyata kurdî ye. Li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa kurmancî doktora kirîye. Di salên 2012-2017an da li Zanîngeha Mardin Artukluyê wekî mamostayê beşa kurdî xebitî. Niha li Weqfa Mezopotamyayê wekî koordînator dixebite. 

Doç. dr Mustafa Öztürk ● Di sala 1980yî da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Perwerdehîya xwe ya bilind li ser edebîyata tirkî qedandîye. Di navbera salên 2002 û ۲۰۱۵an da mamostatîya ziman û edebîyata tirkî kirîye. Ji 2015an vir ve li Zanîngeha Mardin Artukluyê mamostatîya ziman û edebîyata kurdî dike. Hîn jî di qadên edebîyata kurdî, tirkî û berawirdkirina van her du edebîyatan da, xebatên xwe yên akademîk didomîne.

DESTPÊK Û SALOXDANA BERHEMÊ

Mela Mehmûdê Bazîdî bi berhemên xwe yên giring, yek ji kesên herî giranbiha yê rewşenbîrîya kurdî ye. Wî bi xebatên xwe yên li ser dîrok, ziman û folklora kurdan xizmeteka mezin kirîye. Herçend li ser dîroka çêbûna wî tiştekî teqez tune be jî li gor gelek kesan di 1797an da li Bazîdê çêbûye (Öztürk, 2017a, r. 17,19). Ji bo wefata wî dîsa dîrok ne teqez be jî wekî ۱۸۶۷ xuya dike (Öztürk, 2017b, r. 62).

Ev berhema ku di Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî da bi hejmara KURD 46an cih digire, yek ji berhemên giring û dîrokî ye ji bo zimanî kurdî[۱]. Bazîdîyî di wereqa “۲۳b”yê ya vê berhemê da hem behsa naverok û rêbazê hem jî armanca nivîsîna vê xebatê bi vî awayî dike û dîyar dike ku ev berhem yekser ji bo A. Jabayî nivîsîye:

Me’lûmê te bitin ku ev qewa’idêd ku di vê rîsalê da hatîye zikir û beyan kirin, ji usûlê qewa’idêd ‘ilûmêd nehw û serfê ne. Weku kesek zihin bidetin di kitêbêd ‘erebî danê evan qewa’idan dibîne û hem di kullê ef’alan dane jî carî dibin; ‘imûmî ne, ne xisûsî ne. Derk, dirayet, fehm, feraset divê ku evan qewa’idêd hatî gotin mitala û fikir bike û ji boy xo bigire mêzên. Û ef’alêd mayî jî bi wan biwezine û li wan qiyas bike û nexelite. Lewranê weqt teng bû, beyana hemûyê mimkin nebû. Û ger ne, min dê ji boy xatira Mîr Jaba yê konsil, bi nîyatekî qenc bikira. Hinde miyesser bû. Wallahû e’lem. 1283.

Ev berhema Bazîdîyî ku niha em pêşkêş dikin ji bo dîroka xebatên kurdî jî gelekî nirxdar e. Bi qasî ku em dizanin mînaka xebateka bi vî rengî ku bi taybetî li ser kêşana karan e, tune ye. Xebateka din ya Bazîdîyî jî hebû ku bi berfirehî cih dabû mijarên rêzimanê lê ew xebat mîna vêya bi taybetî li ser mijarekê nebûû ji hev pir cuda ne. Em dikarin saloxdana vê berhemê weha bikin:

Navê Berhemê: Di destnivîsê da tu nav yan sernaveka kurdî ji bo berhemê nehatîye nîşandan; lêbelê A. Jaba navê berhemê bi fransizî wekî “Conjugaison des Verbes Kurdes” nivîsîye. Kurdîya vî navî jî dibe “Kêşana Karên Kurdî”.

Mielîf (Daner): Mela Mehmûdê Bazîdî

Cureyê Berhemê: Pexșan (Rêzimana Kurdî)

Zimanê Berhemê: Kurdî (Kurmancî)

Hejmara Pelan, Cureyê Xetê, Taybetîyên Berg û Kaxezê û hwd: Nisxe 48 wereq (96 rûpel) e. Metin di nava 46 wereqan da ye. Wereqa “۱a”yê vala ye. Bi elfabeya erebî û bi xeta ruq’eyê hatîye îstînsexkirin. Berg tune ye û kaxezeka zer û ji rêzê hatîye bikaranîn. Di hin wereqan da ji bo rêzan xêz hene û hin ji wan jî vala ne. Hejmarên rêzan ji hev cuda ne. Li bin û li ser hin rêzên resen, ji alîyê A. Jaba ve wergerandina wan ya fransizî heye.

Ebada Destnivîsê: ۲۲ cm × ۱۵ cm.

Pêşîya Destnivîsê: (wr. 3b) Nimûden. Nîşan dan. Fi’lê mazîyê me’lûm. Min nîşan da, Te nîşan da, Me nîşan da, We nîşan da, Wî nîşan da, Wan nîşan da …

Dawîya Destnivîsê: (wr. 48a) … Ismê mef’ûl. Ê hatî lezandin. Ismê mekân. Cîyê lezê. Ismê zeman. Çaxê lezê.

Qeyda Îstînsexê: (wr. 48a) Temam şod der weqtê ‘esir. Lî eclî Mîr Jaba fî Erzirom. 1283.

Mistensîx: Mela Mehmûdê Bazîdî

Dîrok û Cihê Îstînsexê: Hicrî: ۱۲۸۳, Erzirom.
Mîladî: ۱۸۶۶, Erzirom.

Têbînîyên Giring: Ev destnivîs, rîsaleyeka ji bo fêrkirina zimanê kurdî ye. Bazîdî ji bo şexsê Jaba amade kirîye. Dabeşkirina naverokê û ravekirin di bin bandora tîpolojîya zimanê erebî da ye: Kar (dem, rawe, têperî, kêşan, erênî, neyînî …) zayenda navdêran, mêjer, hevalkar, hevalnav, cihnavk, ev hemû mijarên ku di nav vê berhemê da ne. Di du cihan da rahênan li ser hevokan hene. Jaba ew ji xwe ra wergerandine zimanê fransizî. Di wereqa “۱a”yê da Bazîdî ji bo Jabayî bîranîneka hestîyar û kurt nivîsîye. Jaba ev bîranîn li jora heman wereqê wergerandîye fransizî (wr. Zehrîye).

Di heman cihî da Jabayî derbarê vê berhemê da bi fransizî hin têbinîyên xwe jî nivîsîne. Li her du alîyên jora wereqan hejmarên rûpelan bi reqemên erebî hatine tomarkirin û li wereqên “a”yê (çepê) jî bi latînî hatine nivîsîn.

_______________

[۱] Ji bo agahîyên berfireh yên li ser koleksîyona A. Jabayî binêre, Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya destnivîsên kurdî (vekolîn û saloxdan), Ankara: Lîs

Tevlî “Mala Pirtûkên Kurdî” bibin:

 https://t.me/kurdishbookhouse

Ev babet taybetî Mala Pirtûkên Kurdî ye û belavkirina wê bi destnîşankirina çavkaniyê rêpêdayî ye.

درباره‌ی ماڵی کتێبی کوردی

همچنین ببینید

ژمارە (سفر)ی گۆڤاری ژنەفتن بڵاوکرایەوە

دیدگاهتان را بنویسید

نشانی ایمیل شما منتشر نخواهد شد. بخش‌های موردنیاز علامت‌گذاری شده‌اند *